QAMIŞLO – Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser hat damezrandin. Ji bo pîrozkirina salvegera 10’emîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo nîşandanê helwestekî li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk, ku bi her şewazê hewl dide şoreşa li Rojavayê Kurdistanê têk bibe, Rêveberiya Xweser a Cizîrê meşekî girseyî li dar xist. Gelê hemû bajarên herêmê li bajarê Qamişlo hat cem hev.
Meş bi amadebûna hezaran gel ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û ber bi Lîstokgeha Şehîdên 12’ê Adarê ve bi rê çû. Li pêşiya meşê suretên şehîdên şoreşê hatin hildan û di paş de jî alên Rêveberiya Xweser hatin hildan.
Meş li Lîstokgeha Şehîdên 12’ê Adarê veguherî mîtîngê. Ji bo rêz dayîna şehîdên şoreşê deqayekî bê deng hat girtin. Piştî wê berdefkên Saziya Malbatên Şehîdan, Kongra Star û Rêveberiya Xweser axivîn. Di axaftinên de hat destnîşan kirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dijminên şoreşê, ji dewleta Tirk a dagirker û ji xaynan ku bi wî re dibin hevkar natirsin û wê di hebûna xwe û berxwedana xwe israr bikin. Her wiha hat diyar kirin ku şoreşa Rojava wek şoreşê jin hat nas kirin û ev bingehê azadiya civakê ye.
Siloganên “Berxwedan Jiyan e”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” heya dawî hatin berz kirin.