MINBIC – Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca danasîna û belavkirina fikr û ramanên Rêber Apo, li bajarê Minbicê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok ya ku ji pirtûkên Rêber Apo pêk tê, li dar dixin. Pirtûkxaneya li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê dest pê kir û heta Qada Saetê li gelek herêman geriya û ji aliyê gelê herêmê û bi taybet ciwanan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Ciwanên ku pirtûkên Rêber Apo belav kirin diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya herî girîng ew e ku paradîgmaya ku Rêber Apo afirandiye bi her kesî bide naskirin. Ciwanan diyar kirin ku dê çalakiya Pirtûkxaneya Gerokê bidome û ew ê kesekî ku Rêbertî nas neke jî nehêlin, ew ê bi fikir û felsefeya Rêbertî li her derê li ber xwe bidin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tim têbikoşin.