Beyrûd- Zahraa Hatem Qamh û Rayan Îsmaîl yên ku xwedî pêwîstiyên taybet in rûxmê pirsgirêkên tendirûstiyê jî dixwazin di her qada jiyanê de kar bikin. Her du jinên ciwan ên ku bi tevgerek kêm serkeftinek girîng bi dest xistine, ev bang li jin û zarokên keç dikin: “Li tiştê ku hûn jê hez dikin bigerin, ne li karê ku ji we re tê pêşniyar kirin an pêşkêş kirin û hewl bidin ku bigihîjin tiştê ku we kêfxweş dike.”
Ji roja dayîkbûnê ve li hemberî nexweşiyê têdikoşe
Zehraa Hatem Qamh a 31 salî ji bajarokê Kferhîtî yê navçeya Sidonê li başûrê Libnanê, ji ber pirsgirêkên dayika xwe bi sezaryanê hatiye dinê. Zehraa Hatem Qamh a ku dema tê dinê bi zerikê ketiye, li gorî dayika wê dibêje destwerdana dereng a bijîjk bûye sedem ku nexweşiya serebral palsi (felca mêjî) derbas bike. Zehraa Hatem Qamh piştî ji dayikbûnê rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê, wek nexweşiyên pêşketinê, astengkirina tevgerê, qelsiya masûlkan, bihîstin û axaftinê hatiye.
Di teşhîskirinê de dereng mane
Dayika Zehraa Hatem Qamh, Olfat Qamh got: “Dema zaroka min hat dinê min min metirsiyê xwe ji bijîjk re got lê bijîjk diyar kir ku tirsa wê ji ber hestan pêş dikeve di encam de teşhîskirinê de dereng ma. Zahraa hîn sala xwe xelas nekir min vê bir cem norolojî. Piştî teşhîskirina norolojî me destbi tedawiyê kir. Berî ku ew bigihêje temenê dibistanê, min ew amade kir ku li Komeleya Hevgirtin û Pêşketinê biçe dibistana kesên xwedî pêwîstiyên taybet. Piştre, min ew şand Beşa Astengdarên Fêrbûna Dibistana Hossam Eddine Herîrî. Zahraa perwerdeya xwe xelas kir û dest bi pisporiya pîşeyî kir. Keça min Zahraa hezkirinek mezin nîşanî werzîş û hunerên destan dida lê dibistana ku lê dixwend ev derfet nîn bû. Piştre min yek ji mamosteyên werzîşê rahêner Îman Sabbagh nas kir. Wî li zarokên xwedî pêdiviyên taybet xwedî derdiketin û wan di bikaranîna kursiyên bi teker de perwerde dikir.”
‘Werzîş min kêfxweş dike’
Zehraa Hatem Qemh serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ser ziman: “Destpêkê min nizanibû ez çi dixwazim û min dixwest bi her werzîşê re bimeşim heya ku min mamosteyê werzîşê Îman Sabbagh nas kir, ku rêberiya min kir û ez perwerde kirim di lîstoka bocce de, lîstikek ku bi topên hesinî tê lîstin. Lîstika bocce xwedan dîrokek dirêj e. Lîstikek hêsan e, pîvana dijwarî û hişmendiyê hildigire. Ji bilî atletîzm û bazdanê, ez di heman demê de tîrvanî û basketbolê jî dilîzim. Ez beşdarî tûrnûvayên werzîşê yên li ser asta herêmî li Beyrûdê û herêmên din bûm. Werzîş min kêfxweş dike.”