KOBANÊ- Bi boneya 6’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li bajarê Kobanê meşek girseyî hate lidarxistin.
Meşê ji qada Şehîd Egîd heta qada Jina Azad berdewam kir. Tevî nûnerên saziyên sivîl, tevgerên jinan û partiyên siyasî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan jî beşdarî meşê bûn.
Di tevahiya meşê de ji aliyê ciwanan ve dirûşme û sirûd hatin gotin.
Hevserokê Saziya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almas El Romî jî got, “Dewleta Tirk ji têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hez nekir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Erdên Efrînê hatin dagirkirin û darên wê hatin birîn û şewitandin. Werin em li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dengê xwe bilind bikin. Werin em wan ji axa xwe derxin. “Divê gelê Efrînê vegerin ser xak û malên xwe. Di meşê de dirûşma “Berxwedan jiyan e” hat berzkirin.