MINBIJ- Di çerçoveya “Ji Rêber Apo re Azadî Pirsgirêka Kurd re çareserî” endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgerî û endamên Yekitiya Jinên Ciwan, bi armanca nasandin û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ji ciwan û gelên Minbicê li bajarê Minbicê ji pirtûkên Rêber Apo û gelek mataryalên birdozîk pêk tê, çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li dar dixin. Çalakî ji navenda Minbicê dest pê kir û heta taxên El-Rasam û Ebû Qelqel berdewam kir. Pirtûkxaneya Gerok ji aliyê gelê herêmê bi taybet ciwanan ve rastî eleqeyeke pir mezin hat.
Di çalakiyê de armanca Pirtûkxaneya Gerok ji kesên ku serdana pirtûkxaneyê kirin ji aliyê ciwanan ve hate vegotin. Piştre tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û girîngiya berxwedana bi pêşengiya ciwanan a ku li dijî vê yekê divê were meşandin hate destnîşankirin. Piştî axaftineke kurt ciwan hatin cem hev û çalakiya xwendina pirtûkan pêk anîn.
Zarokan herî zêde eleqe nîşanî çalakiyê dan. Zarokên Ereb ên Minbicê bi heyecan û coşeke mezin li derdora Pirtûkxaneya Gerok kom bûn û bi dirûşmeyan dilsozî û hezkirina xwe ya ji bo Rêber Apo anîn ziman.
Çalakî bi qîrîna dirûşma “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin” bi dawî bû.