DİRBESİYÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan û gelên bajarê Dirbêsiyê û bajarokê wê bi meşekê li şermezarkirina şehîd xistina Heval Zelal Zagros ji destê dewleta Tirk a faşist, qirker û hevkarên wî ixenetkar PDK liderxistin. Meş ji camiya Hec Siltan despêkir heta navenda Kongra Star berdewam kir. Di meş de bê navber siloganên Bimre Îxanet! Bimre Dagirker! Bê Serok Jiyan Nabe hat qirin.
Jinên ciwan û ciwanan helwesta xwe li hember hewldana dijmin a qirkirina pêşengê şoreşê diyarkirin. Piştî girtina deqeyek rêzgirtin di şexsê şehîd Zelal û hemû pêşengên şoreşê hat girtin. Li ser navê Yekîtiya Jinê Ciwan Nadîn Hesen daxuyanî hat xwendin. Piştre li ser navê Hareketa Jin heval Bedîa axivî. Meş bi siloganê Şehîd Mamirin Bê Serok Jiyan Nabe û bi soza serkeftinê û tolhidanê ji Şehîd Zelal re bi dawî bû.