DÊRÎKÊ – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê civîna xwe ya salane li darxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora kar u xebata salekê hat xwendin. Rewşa rêxistinî, pirsgirêkên heyî û çareseriyên wan hatin nîqaş kirin. Di encamê wê de plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin.
Endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrîkê hatin hilbijartin û wan li hemberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû pêkhate soza dan ku wê bi tekoşîn û durustbûn kar û xebatê xwe bikin. Civîn bi berz kirina sloganan bi dawî bû.