KOBANÊ- 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê a di 26’ê Çileya 2015’an de pêk hat li gundê Pendirê yê bajarê Kobanê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kobanê destpê kir, bi axaftina endama Yekitiya Jinên Ciwan Qele Kobanê li ser wate û girîngiya rojê berdewam kir. Di axaftinê de bal hate kişandin ku bi sedan ciwanên li derveyî welat, ji 4 parçeyên Kurdistanê tevlî Berxwedana Kobanê bûne û ji bo rizgarkirina Kobanê şehîd bûne. Jina ciwan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mîrateya ku şehîdan hiştiye me girtiye û em ê heta dawiyê vê mîrateyê biparêzin.
Piştî axaftinê bi dehan ciwan û jinên ciwan hatin cem hev û agirê şoreşê pêxistin. Piştre şahî bi gerandina govendê ya ciwanan li dora agir bi dirûşme û stranên şoreşgerî bi dawî bû.
Di 27`ê Çileya 2015`an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê ragihand. Ev roj, di şerê li Sûriyê û Iraqê li dijî terorê de, nuqteyeke guhertinê ya girîng bû bi taybte piştî ku erdnîgariyên berfireh ên du welatan ketibûn bi kontrola çeteyên DAIŞ`ê.
Di wî şerî de bajarê Kobanê bi rêjeya ji sedî 70 wêran bû; bakur û navenda wê bi rêjeya ji sedî 30 bi temamî wêran bû û bi rêjeya ji sedî 40 bi awayekî beşî wêran bû.
Salên di navbera 2014 û 2019`an de, DAIŞ`ê erdîngariyeke berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di wê demê de çeteyên DAIŞ`ê yên ji welatên cuda yên cîhanê hatibûn, mezintirîn bajarên Sûriyê û Iraqê; Musil, Dêrazor, Tekrît û Felûce dagir kirin.
Dewleta Tirk salên di navbera 2014 û 2016`an de sînorên xwe yên bi Sûriyê re li pêşiya bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê vekirin.
Şerê Kobanê ku zêdetirî 6 hezar çete di 5 mehan de li bajêr hatin kuştin, tevî desteka dewleta Tirk a kontrolkirina bajêr, di tunekirina DAIŞ`ê de xaleke girîng bû,.