MINBIC- Bi armanca xurtkirina pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û her wiha ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, Duh danê êvarê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ve li navenda bajarê Minbicê çalakiyek konvoyê hate lidarxistin.
Konvoy ji navenda ciwanan a bajarê Minbicê dest pê kir û li hemû taxên bajêr geriyan. Di rê de ciwanan pankartên Rêber Apo, alên Tevgera Ciwanan û PKK’ê bilind kirin û dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin.