NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser rastiya ku Şoreşa 19’yê Tîrmehî an jî Şoreşa Rojava şoreşa guhertina hişmendiya civakê ye, di pêngava yekemîn ya şoreşê de çendîn akademiyên perwerdekirin, fêrkirin û zanistî hatin avakirin. Di nava 11 salan de 4 hezar û 130 xwendingeh hatin vekirin û zêdeyî 860 hezar xwendekarên van xwendingehan hene. Bi kurtasî, perwerde bû kevirê bingehîn yê serkeftina şoreşê.
Di 3’yê Kanûna 2018’an de, Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ji bo naskirina rola perwerdeyê di aştî û geşepêdana civakan de, roja 24’ê Çile wek Roja Perwerdeyê ya Cîhanê ragihand.
Li Başûrê Kurdistanê di nava 32 salên desthilatdariya Kurdan de perwerde roj bi roj têk diçe. Li hemberî vê yekê li Rojavayê Kurdistanê perwerde roj bi roj pêş dikeve û bingeha serkeftin û hemû destkeftiyên mezin yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di Şoreşa 19’yê Tîrmeha 2012’an de perwerde û sîstemeke nû û demokratîk kir bingeh ku bû bingeha serkeftina şoreşê.
Sîstema ku li wir şûna desthilatdariya dewletê girt, projeya konfederalîzma demokratîk bû. Ew jî bi avakirina komîn û meclîsan bi awayekî asoyî li hemû xane û beşên bajar, gund û komînên Rojavayê Kurdistanê bû.
Di Nîsana 2013’an de Saziya Perwerdeya Zanist û Ramana Azad ya Nûrî Dêrsimî hate avakirin. Ev navend yekemîn navenda perwerdeyê ya Şoreşa Rojava bû. Berfirehkirina şaxên vê navendê û daxwaza xelkê bo dîtina perwerdeyê, di konferansa sêyemîn de navê saziyê guhert û kir Akademiya Civaka Demokratîk. Akademiya Civaka Demokratîk hemû endamên navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîn heta meclîs, navendên Rêveberiya Xweser û navendên civaka sivîl perwerde dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke navendeke leşkerî ya parastina sîstema konfederalîzma demokratîk, li gel perwerdeya leşkerî, divê perwerdehiya rewşenbîrî, teorîk, bîrdozî û dîrokî jî werbigirin. Bi vê armancê bi dehan akademî vekirine.
19 akademiyên taybet yên jinan hene ku ji aliyê Kongreya Star û Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên birêvebirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê jî perwerdehiya berdewam û berfireh dide ciwanan. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Firatê Mistefa Mihemed Sadiq jî derbarê mijarê de wiha got; “Çend akademî hene ku yek ji wan Akademiya Şehîd Garzan’e ku ji bo bilindkirina asta zanînê li ser bingehê felsefeya Rêber Apo dixebite. Li Akademiya Şehîd Botan perwerdeya bi zimanê Erebî tê dayîn. Her wiha akademiyek ji bo jinên ciwan û akademiyek jî ji bo rojnamevanan hatine vekirin.”
Her wiha Akademiya Ziman hat vekirin û zanîngehên Kobanê, Rojava û Şerq hatin vekirin û tevî van jî 11 akademî û 7 enstîtu jî hene.
Em dikarin bibêjin ku di van hemû akademiyên perwerdeyê de rastiya Kurdistanê, huner, çand, siyaset, felsefe, raman, jiyana hevbeş ya gelan, jin, jîngeh û gelek mijarên din mijarên sereke ne. Ev yek bi awayeke xwebexş û dûrî xapînoktiyê û berjewendiyên aqil, akademiya rojhilatnasiyê û dagirkeran, li ser rastiya Kurdistanê tê kirin.
Di van hemû akademiyan de rastiyên dîrokî û rewşenbîrî yên civaka Kurd û netewên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne analîzkirin û sererastkirin, da ku civak hem xwe birêve bibe û hem jî xwe ji hêza zordar û berjewendîparêz ya dewletê biparêze.
Avakirina sîstema perwerdeyê û xwendin
Ji bilî akademiyan di 11 salên borî de 4 hezar û 130 dibistan hatin vekirin û tevî şer û dagirkeriya berdewam ji bo herêmên xweser yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetirî 860 hezar xwendevan dixwînin û 43 hezar mamoste jî bi hezkirin û dilsozî ders didin. Li dibistanên Rojavayê Kurdistanê ji pola 1 ya seretayî heta pola 12 ya amadeyî dixwînin û piştre li zanîngehên xwe xwendina xwe berdewam dikin.
Zanîngeha sereke ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo ye, lê li Rimelan û Hesekê jî beşên wê hene. Zanîngeha sereke ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo ye, lê li Rumelan û Hesekê jî beş hene û li gel Kobanê û Zanîngeha Şerq, kolejên wan evin: Endezyariya Çandiniyê, Hunerên Bedew, Wêjeya Kurdî, Jineolojî, Endezyariya Petrolê, Endezyariya Petrokîmya, Perwerde. Di heman demê de ji heft beşan pêk tê ku ew jî evin; Dîrok, Erdnîgarî, Mamostatî, Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Zanistên Xwezayî, Darayî û Rêveberî.
Tevî êrîş û bombebaranên berdewam yên dewleta Tirk ya dagirker ku carna dibistanan jî dike hedef, lê rojane dengê bi hezaran zarokan li hewşên dibistanên Rojavayê Kurdistanê bi sirûda netewî ya Ey Reqîb tê bihîstin.
Lê ev ezmûna Kurdan ne bê dijmine, ji aliyê hêzên kevneperest û çeteyên dewleta Tirk û Îranê ve hatiye dorpêçkirin. PDK’ê li Başûrê Kurdistanê li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke giran ya aborî, siyasî û medyayî daniye ser ezmûna Kurdan û li ser berjewendiya dewleta Tirk deriyên xwe yên sînor bi temamî girtine.