QAMIŞLO – Komîteya Hêzên Parastina Cewherî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger (HPC – Ciwan) ya bajarê Qamişlo civîna xwe ya salane li dar xist. Ev civîn ji bo amadekariya civîna giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo hat li dar xistin.
Civîn bi amadebûna 85 endamên HPC – Ciwan bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora salekî ya kar û xebatê hêzên parastin ên ciwanan hat xwendin. Piştî wê axaftin ji hemû beşdaran re hat vekirin ji bo nirxandina pirsgirêkên di nav xebatê parastin a ciwanan de, çareseriya wan û nîkaşkirina şêwazên pêşxistin û berfireh kirina vê xebat ji hemû ciwanan re. Di encamê nîqaşê de plansaziyekî hat derxistin ji bo sala nû.