MINBIC – Îro li bajarê Minbic bi merasîmekî şehîd Feryal Xalid (Zelal Zagros), ku bi destê îstîxparatên tirk û hevkariyên wê yên xayîn ên PDK hat qetil kirin, hat bibîranîn. Merasîm ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Minbicê ve hate bi rêxistin kirin, û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan tê de amade bûn.
Merasîma sersaxiyê li mala giregiran hat kirin û bi sedan şêniyên bajêr, saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên civakî hatin konê ku tê de wêneyên şehîdan û wêneyên Rêber Apo hatin daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdan, berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cumelî axaftinek pêşkêş kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.