QAMIŞLO – Encumana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo li hemberî êrîşa PDK ku duh li herêma Girê Amediyê yê rojavayê çiyayên Zapê li dijî gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) pêk hat, xwepêşandanekî li dar xistin.
Meş li ber Warê Ciwanan (Medînê Şebab) dest pê kir. Ciwanên Kurd pankartên li dijî birakûjî û îxaneta mala Barzanî û alên Encumana Ciwanên Kurd û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hildan. Meş ber bi taxa Hîlîliyê berdewam kir. Siloganên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bimire Îxanet” hatin berz kirin.
Di dawîyê meşê de daxuyaniyekî li ser navê ciwanên kurd ên bajarê Qamişlo hat dayîn. Di daxuyanîyê de êrîşên îxanetkar ên hêzên girêdayî PDK li dijî gerîla hatin şermezar kirin. Şoreşgerên ku li bajarên Başûrê Kurdistanê hatin şehîdxistin, bi taybet herî dawî şehîd Zelal Zagros, hatin bi bîr anîn û hat diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya îxanetê civaka kurd parçe bike. Her wiha, bangawazî hat kirin ku tevahî ciwanên kurd li dijî îxanet û birakûjî rabin.