NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kobanê ji bo jina pêşeng a şoreşger Faryal Halîd (Zelal Zagros) ku rojên borî di encama êrîşeke xiyanetê ya li Kerkûkê de şehîd bû, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo şehîd Zelal Zagros ji aliyê Jinên Ciwan ên Xwendekar ên Kobanê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Jinên ciwan destpêkê li cihê ku wêneyên şehîd Zelal lê hene mûm pêxistin û piştre li ser navê ciwanên xwendekarên keç Leyla Kahera axaftinek kir. Kahera di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên ku çeteyên Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dubare dikin û diyar kir ku hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşan hê jî bêdeng e. Kahera di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em weke ciwanên xwendekar ên jin, van êrîşan li dijî xwe dibînin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.” Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.