TEBQA- Yekîtiya Jinên Ciwan di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û ji ber êrîşên hemwext ên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan danê sibehê ji bo jinan derseke taybet li dar xist. Hejmarek jinên ciwan ên gundê El-Suweydiya ya gundewarê kantona Tebqayê li vir hatin pêşwazîkirin.Piştre deqeyek rêz girtin ji bo bîranîna rihê şehîdan hat seknandin. Di semînerê de li ser pênaseya Şerê Gel ê Şoreşgerî, armanc û naveroka wê û tedbîrên ku jinên ciwan ji bo bilindkirina têkoşînê, rûbirûbûna her dagirkeriyê ji bo parastina ax û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, bigirin nîqaş hatin kirin.