Navenda Nuçeyan- Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xiyaneta PDK’ê û êrişa wê li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û destnîşan kir ku Kurdistan welatê şoreşger û berxwedêran e û ew dagirker û mêtingeran qebûl nakin.
Çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) duh li çiyayê Amêdiyê yê bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê êriş gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG), li hember wê şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan da.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên kantona Cizîrê li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn û bi meşekê êrişa PDK’ê ya li dijî gerîlayan şermezar kir.
Meş ber bi sûka navendî ve bi rê ket, li wir rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Girkê Legê Wedha Omer got: “Em li hember siyasetên xiyanetê yên PDK’ê bê deng namînin û em ê bi yekrêziya xwe û destekdayîna gerîla wan siyasetan têk bibin.”
DIRBÊSIYÊ
Ciwanên navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê li Qada Jinan berxwedana gerîla silav kir û xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Elîza Hiso bi beşdariya bi dehan şênî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî û meclisên navçeyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin êrişa çeteyên Zêrevanî li dijî gerîlayên HPG’ê piştî kuştina bi sedan leşkerên artêşa Tirk, tê wateya ku binkeftina dagirkerî û xiyanetê ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdistan welatê şoreşger û berxwedêran e û tu carî nabe ya dagirker û mêtingeran.