MEXMUR- Helîm İşlek a dayîka Şehit Dilovan Îşlek ku di 16’ê Cotmeha 2023’an de di encama êrîşa SİHA li ser wesayîta xwe de şehîd bibû ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî.
Îşlek di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û li hemberê van têkoşîn û serkeftina gerîlayan jî anî ziman û got, “Gerîla felsefeya Serok Apo xwendi ye. Ew kesên ku dibêjin emê top û teyareyên xe PKK xilas bikin bes nikarin PKK xilas bikin. Ew hayata xwe de nikarin ciwanên Kurd xilas bikin. Çend heval şehîd dikevin lê hezaran heval şûna wan digre. Ji ber vê bila dewleta Tirk vî baş bizanibe nikarê ciwanên Kurd xilas bike.”
“Gerîla felsefeya Serok Apo xwendi ye”
Di serî de ev rewşa ku li Kerkûkê li ser heval çêbûye şermezar dikim. Wi hevalê jî bibirtinim û bejna xwe li hember şehîdan ditewinim. Saygı û hûrmeta min hemû şehîdan û ked û emeka wan re heye.
Niha êrîşên li ser Qadên Parastina Medya çêdibin. Dewleta Tirk xwedî tank, top û teyare ye. Dibêje ezê gerîla xilas bikim, bes nikare gerîla xilas bike. Ji ber ku îradeya gerîla heye. Gerîla felsefeya Serok Apo xwendi ye. Ew kesên ku dibêjin emê top û teyareyên xe PKK xilas bikin bes nikarin PKK xilas bikin. Ew hayata xwe de nikarin ciwanên Kurd xilas bikin. Çend heval şehîd dikevin lê hezaran heval şûna wan digre. Ji ber vê bila dewleta Tirk vî baş bizanibe nikarê ciwanên Kurd xilas bike.
Psîkolojiya dewleta Tirk xira bû ye. Niha 40 sale li hemberê PKK şer dike, PKK xwedî xwe û sîlaxa milê xwe ye. Ger ewqas bi cesaret bin bila werin li hemberê PKK bê top û teyareyan şer bikin, ne bi silahên Rusya û Emerîka werin şer bikin.
Aboriya Tirkan hemû tek çû ye. Bila Tirk nav xwe de binerin ka çî ji wan hati ye. Kurê Erdoxan nayê kuştin. Kurê Baxçelî nayê kuştin. Kurê Hakan Fidan nayê kuştin. Ger Hakan Fidan şerm bikira, Kurdeki ye di nav Kurda de ewqas qetliam pêk nedanî. Bila ji xwe şerm bike. Xwina wi li ku derê ye. Ew bi xwe ji ku re?
“Her diçe PKK xurttir dibe. Her diçe çalakiyên xweştir çêdibin”
Banga min Erdoxan heye bila taze lingê xwe bikşine ber xwe. Bila runê li ser masê çareseriyekî Kurdan re bikin. Edî em jiyana xwe de li hemberê Tirkan serî na tewinin. Xeya ji me yek jî bimine em çok danaynin li hemberî wan a. Emê şerê xwe bikin. Dewleta Tirk nikare PKK xilas bike. Sê kes bû bû milyonan însan. PKK bi çend kesan destpêkir niha cîhanê belav bû ye. Alîkarî û desteka me ji hemû deran heye. Em hemû deran henin. Wê dawiya Tirkan li ser masê be. Wê mecbur bimine vî pirsgirêke çareser bike ji ber ku nikare Kurdan xilas bike. Eskerên Tirk hemû di xewn de tên girtin. Psîkolojiya wi xirap bîbû digot “Emerîka cîhaz daye PKK bi wî cîhazê diçin li ser eskeran.” Ewqasî paikolojiya wî tek çû ye. Dayîkê wan di bin çadiran de, kurê wan berê wan didin çiyayên Kurdîstan û didin kuştin. Eskerên Tirkan hemû bi pere didin kuştin. Bes em ne bi pere dişixulin. Fikrê me û mejiyê me heye. Ger me bi pere bi xebitina heta niha em jî xilas bî bûn. Em bi pere kar nakin ji ber ku em Kurdin. Me felsefeya Serok Apo xwendi ye. Her diçe PKK xurttir dibe. Her diçe çalakiyên xweştir çêdibin. Ev çalakî çawa çêdibin? Bila dewleta Tirk bifikre ewqas eskeran dixe wir de çî ji wan hatin, hemû silahê wan ji aliyê hevalan ve hate rakirin.
Banga min ji bo gelê me yê Kurd jî heye. Gelê Bakur bila netirse. Ger kurê min çû, birayê min çû dinya ji bo çiye? Em şer dikin ji bo vî cîhanê. Em canê xwe feda dikin ji bo gelekî rizgarkirî. Pêwiste em xwedî zarokên xwe yên li serê çiya, li heps û zîndanan û Serokê xwe derbikevin. Serok ji bo çî ketiye zîndanê? Gelo ne ji bo gelê Kurd ketiye? Canêkî wî heye ew jî ji bo Kurda dide. Pêwiste gelê Kurd jî wisa nêzik bibin. Em ji ber çî ji wan deran derketin. Ne ji ber tirsa Erdoxan bû. Me koletî qabûl nekir. Ger di Kurda de piçik namus hebe tû carî koletî li ser xwe kabul nakin.
“Pêwiste her malbatek zarokêk xwe bide vî şoreşê”
Banga min ji bo ciwanan heye; Niha cihekî de yek bişuxile û 9 ne şixule dibe ku wir de serkeftin çêbibe? Niha Kurdîstan jî wisa ye pêwiste em hemû bi hev re rabin. Ger quweta me ne yek be kes saygi nade me. Em çiqas zêde bin ewqas em dikarin kar bikin. Îttifaq û yekîtiya me hebe em dikarin gelek kara serkeftî pêk binin. Serokatî dibêje ger tiştekî nikaribî bikî jî dûayekî bike. Niha kurek çû şehit ket ewê ditir nebeje ez jî kurê wî Kurdîstanê me ez jî pêwiste xwedî doza xwe derkevim. Pêwiste em hemû destek bidin hev û dû ji ber ku Kurdîstan ne ji bo şexsekî ye. Ne ji bo malbatekî ye ne ji bo aşirekî ye ji bo giştî kesan e. Em dema rahatî de bin bi hev re rehetî de ne. Ger em nexweşî de bin em hev re nexweşî de ne. Pêwiste her malbatek zarokêk xwe bide vî şoreşê. Ma ev hevalên serê çiya dayîk û bavên wan nîne? Dilê wan na şewite? Dayika wan jî dixwaze ku zarokên wan gel wan be. Bes hemu kes bila bifikre û destê xwe deyne li ser vijdana xwe. Serokatî 25 sale di zindanê de ye, di tecrîtê de ye em hemû di tecrîdê de ne. Em jî di vir de tecrîdê de ne. Ger îro nikaribim tiştek bikim ez di nav tecrîdê de me. Pêwiste hemû kes destê xwe deyne li ser vijdana xwe ji bo vi şoreşê, çi bikeve li ser milê wi bike. Ji ber ku Tirk li hemberî gerîla serneket berê xwe da Rojava. Ewqas xwina şehîdan ji bo Rojava hatiye rijandin. Çawa ku Tirk bûn serkeşê DAİŞ’ê berê wan dan Kobanê sirf ji bo Kurdan xilas bike. Niha ji ber ku nikare şerê PKK bike berê xwe dide dîsa Rojava. Çawê wî derkeve jî nikare bi Rojava. Em hemû bi Rojava re ne. Em hayata xwe de teslîm nebûne û em teslîm jî nabin tu cara. Em vî giyayên jî bixon em xilas nabin. Carna me heyvan zêdetir nan nexari ye. Bes ger bawerî û îradeya însan hebe hayata xwe de însan nikare were xilas kirin û nayê xapandin. Erdoxan difikre ku her roj Kurdîstana Başur bombaran bike aboriya wî tek bibe û Kurdên wir xilas bike piştre jî dîsa berê xwe bide Rojava çeteyên DAİŞ wir kom bike. Bes nikare wî pêk bine. Di Rojava de 12 hezar şehîd hatiye dayîn. Nêzî 14 hezar gazî dane. Tu çawa dikari Rojava xilas biki. Em tenê jin biminin jî nikarî xilas biki. Çend eskerên Tirkan werin nikarin li hemberê jinekî Kurd şer bikin.
“Mes soz daye Serokatî û şehîdên xwe em çî bikin ji bo şoroşê bikin”
Rexneyên min li ser Ewrupa jî heye. Cihê ku destek bide gelên Kurd dide wana. Ewrupa diheyle ku li ser Rojava bi teyaran êrîş bikin. Pewiste Emerika û Rusya jî destek nedin Tirkan. Ger hevkariya Mesut Barzanî û sîlahên ku ji derdor digre nebin Erdoxan nikare tiştek jî bike. Bila hemu kes bizanine Kurd serê xwe na tewinin li hemberî tû kesan. Heval Zelal li Kerkûkê şehîd xistin û heman şevê de dehan Zelal çêbûn. Ma wê xilas bin. Serê malê yek jî biçe bes e. Banga min ji bo Kurdan heye pêwiste xwe bijdinin. Ev pêvajo, pêvajoya xwe jidandinê ye. Ewqas şehîd û şervan û ked me da. Em Serokê xwe binerin niha 25 sale ku Serok di bin tecrîdê de ye. Yek şaxse. Dema em tên malê xwe em tenê bin sabra me naye em dibejin ka çî heye cîran de. Gelo ew çî jiyan dike li wir de. Pêwiste em hemû berê xwe bidin Serokatî, Serok çawa li wir jiyan dike. Mes soz daye Serokatî û şehîdên xwe em çî bikin ji bo şoroşê bikin. Herkes ji bo xwe dike. Kes kesî re nake. Ger ez ranebin di mala xwe de xarin çênekim kes ji bo min nake. Dewletên ditir nayên ji min re nakin. Kes ne mecburê ji bo me kurê xwe bidin kuştin bes ez mecburim. Ji ber ku ez ji bo axa xwe ji bo keda xwe dikim, ji bo şehîd û şerwanê xwe dikim. Em ji bo Serokê xwe dikin. Serok ji bo me dike ne wisa? Lazime em jî xwedî Serokê xwe derbikevin. Heta ku Serok bin wê tecrîdê de ye tecrîd li ser me jî ranabe. Bila dewleta Tirk vî baş bizanibe.
Mirin ji bo herkesî ye. Bes çiye dema ku mirov serbilindî biçe. Heta ku Serokê me ji heps û zindana dernekeve, girtiyên me ji heps û zindanan dernekevin, gerîlayên me aramî nejîn emê her tim di nav tecrîdê de bin. Em mecburin xwedî şehîdên xwe, gaziyên xwe derbikevin. Ma ev gazî ji bo çî çêbûne? Me ewqas şehîd ji bo çî da? Pêwiste em pey şopa wan bimeşin. Slavê me ji bo giştî dayikên gerîla û ya şehidan heye. Em bejna xwe li hember wan giştî ditewinin. Serkeftin ji bo giştî gerîla, hevalên heps û zindanan de û Serokê me re.