KOBANÊ – Hêzên leşkerî yên Partiya Kurd a Demokratîk (PDK) ya mala Barzanî du roj berî li Girê Amediyê, li rojavayê çiyayên Zapê, êrîşê li ser gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) kirin. Bi vî awayî PDK berdewamkirina siyaseta xwe ya hevkarê dagirkeriya Tirk dide nîşan dan. Li hemberî vê li tevahî Rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger daket kolanan ji bo şermezarkirina îxaneta PDK. Li bajarê berxwedêr a Kobanê jî, ciwan meşekî meşeleyî li dijî êrîşên PDK li ser gerîla li dar xist.
Meş bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heya Qada Şehid Egîd berdewam kir. Pankartên li dijî îxaneta KDP, meşele, alên Rêber Apo, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan. Li Qada Şehîd Egîd berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hamûdê Taşlûk axivî. Hamûde Taşlûk îxaneta PDK şermezar kir û diyar kir ku ciwanên Rojava jî wê li hemberî îxanet û dagirkeriyê bisekînin. Berdevkê Hêzên Parastinê Cewherî yên Ciwanan Hilal Kobanî jî axivî, salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û destnîşan kir ku pêwîst e ciwanên Başûr jî li hemberî hevkariya mala Barzanî rabin.