KOBANÊ- Di 27`ê Çileya 2015`an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê ragihand. Ev roj, di şerê li Sûriyê û Iraqê li dijî terorê de, nuqteyeke guhertinê ya girîng bû bi taybte piştî ku erdnîgariyên berfireh ên du welatan ketibûn bi kontrola çeteyên DAIŞ`ê.
Di wî şerî de bajarê Kobanê bi rêjeya ji sedî 70 wêran bû; bakur û navenda wê bi rêjeya ji sedî 30 bi temamî wêran bû û bi rêjeya ji sedî 40 bi awayekî beşî wêran bû.
27’ê Çilê ango sibê ketina 9’êmin salvegera rizgarkirina Kobanê ye. Li ser vî esasê ciwanên Kobanê di derbarê ev roja giring de ajansa me ya Nuçe Ciwan re hest û nerînên xwe anîn li ser ziman. Ciwan di axaftina xwe de diyar kirin ku ew tû carî dewş ji axa xwe bernadin û ewê bi rihê berxwedaniya Kobanê Erdoxan û malbata Barzanî tek bibin.
Mihamed Mahmud
Mihamed Mahmud a ku endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê de cihê xwe digre di derbarê 8’êmin salvegra rizgarkirina Kobanê de wan xususan anî li ser ziman.
Mahmud di destpêka axaftina xwe de salvegera rizgarkirina Kobanê di serî şehidan û giştî gelên Kobanê gelên welataparêz û Rêber Apo re pîroz kir û wiha berdawam kir. “Weki tê zanin di 2014’an de êrîşekî hovane li ya DAİŞ’ê li ser Kobanê de hat. bi vê êrîşê ve dixwestin jiyana gelê Kobanê tarî bikin. Lê bi saya YPG û YPJ, bi saya keç û xortên Kurdîstanê bi saya gelên her çar parça Kurdîstanê, ciwanê her çar parça Kurdîstanê ku berê xwe dan Kobanê û êrîşên DAİŞ’ê şikandin. Taybet gelê me û ciwanên me yên Bakur ku bê navber berê xwe dan Kobanê li hember êrişên DAİŞ’ê. Çawa ku Erdoxan got “Kobanê ket ewê bikeve” ciwanên her çar parçe Kurdîstanê, şervanên YPG û YPJ, zarokên Kobanê gotin tu carî Kobanê nakeve. DAİŞ di Kobanê de hat şikenandin. Şikandina DAİŞ’ê li Kobanê çêbû, dawîkirina wan jî li Bahozê bû. Yanî em dibinin îro carekedîn dewleta Tirk a dagirker wekî DAİŞ ketiye hareketê û rojane êrîşê Kobanê dike. Bi êrîşên xwe yê hawayî êrîşê sivilan dike. Êrîşên cihên jiyanî, êrîşên nexweşxaneyan, dibistanan dike. Ne tenê Kobanê, li seranserê Bakur û Rojhilatê Surî êrîşên xwe berdewam dike. Erdoxan dixwaze tola DAİŞ’ê ji Kobanê hiline. Erdoxan bi xwe ketiye tevgerê, dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Surî koçber bike. Raste cihê kerebe, cihê avê, cihên jiyanî xistin. Lê em bê kerebe jî biminin, bê av jî bin, bê nanjî bin lê em tu carî di bin taritiya dagirkeriyê de najîn. Welateke ku bi xwina hezaran şehîdên me hatiye rizgarkirin em tu carî naheylin dewleta Tirk a dagirker axa me dagir bike. Emê pozê dewleta Tirk a dagirker li Kobanê de erdê bixin. Û emê bi rihê berxwedaniya Kobanî û bi rihê gelê Kurdîstanê Erdoxan û malbata Barzanî tek bibin e. Di dawî de em dibejîn Bijî Berxwedanî Kobanê. Şehîd Namirin. Bijî Serok Apo.”
Şîraz Mûslim
Endamê Yekitiya Jinên Ciwan Şiraz Mûslim jî hestên xwe di darbarê vî rojê de anî li ser ziman û wiha got. “Ev sibê de dibe 9 sal ku Kobanê di bin çeteyên DAİŞ de hatiye rizgarkirin. Di serî de em salvegera rizgarkirina Kobanê ji hemû şehîdên şoreşêü, Rêber Apo û giştî gelên Kurdan pîroz dikin. Arîn Mirkan minaka herî mezine ku ew canê xwe ji bo gelê Kurd, ji bo Rêber Apo feda kir. Me Kobanê ji destê DAİŞ rizgar kir birêya hemû şehîdên me, bi rêya Arîn Mirkan bi rêya gerîlayên serê çiya. Em tu caran dewş ji axa xwe bernadin. Ewqas şehîd, ewqas ked û berxwedanî li ser van axan hatiye dayîn. Me gelek şer kir ji bo axa xwe, ji bo gelê xwe. Gelê me yê Kobanê, gelê me yê Rojava tu carî devj ji axa xwe bernadin. Di dawî de jî wek gotinek Rêber Apo heye dibêje; “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin.” Ez jî dibejîm mebi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin e. Wêher tim serkeftin ya gelê Kurd bibe.”