REQA- Lîstik ji bo zarokan ne tenê çalakiyeke kêfê ye, di heman demê de rêyek e ji bo hînbûna şarezayên nû û pêşxistina şiyanên bedenî û derûnî.
Çalakiyên werzişî çalakiyên pir girîng in ji ber ku bi vî awayî zarok jêhatîbûna xwe kifş dike û enerjiya zarok derdixe, her wiha kêf û rihê pêşbaziyê di nav zarokan de zêde dike.
Îro Meclîsa Ciwanan û Werzîşê ji bo zarokên herêma Muhemîde li stadyoma Safira ya Xeta Rojava ya Reqayê çalakiyeke şahiyê li dar xist.
Di çalakiya ku 22 zarok beşdar bûn de lîstik, pêşbirk û çalakiyên şahiyê hatin lidarxistin.
Di dawiya çalakiya ku zarokan coş û moralek mezin girt, diyarî li zarokan hatin belavkirin.