NAVENDA NÛÇEYAN – Vîdyo klîba Koma Hevra ya Koma Muzîkê Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ê a bi navê “Ciwanên Şoreşger” hat weşandin.
Daxuyaniya Koma Hevra ya der barê strana “Ciwanên Şoreşger” de wiha ye;
“Hebûn, dîrok û çanda gelê Kurd bi sedsalan ji aliyê serdestan ve hatiye paşguhkirin û înkarkirin. Lê em dizanin ku gelê Kurd weke gelên pêşeng di serdema neolîtîkê de li erdnîgariya Mezopotamya û Kurdistanê pêşengî û rêbertiya şaristaniyan kiriye. Me xwest ku, di nava vê perdeya dîrokê de lehengiya gelê Kurd û ciwanên me yên zana helwesta wan a ku îro û paşerojê çêdike, bidin xuyakirin. Em bi vê armancê û bi kêfxweşî xebata xwe ya bi navê ‘CIWANÊN ŞOREŞGER’ pêşkeşî we dikin. Em hêvîdarin ku ev strana layiqê gel be û ciwaniya me rast nişan bide.”
CİWANÊN ŞOREŞGER
Ew dibêjin hûn kîne, wa hûn çarçapûlcî ne.
Nizam navê we çî ne dîroka we qet nîne.
Hûn nabînin navê me cîhanê belav bûne.
Berxwedana gelê me wê azadî yê bîne.
Kî dibêje Kurd mirin e ew nezan û paşverû ne.
Em ciwanên çîyayî ne em hezar sale gundî ne.
Hûrî, Kardox, Mîtanî ne, em in Kurdê Medyayî ne.
Me bi ciwantî dest pê kirî ye wê bi ciwantî biqedîne.
Ne bi tank û topên we naqedin bi bombê we.
Tu car serî danaynin em bi gaz û copên we.
Meş bi meş diherike serhildana gelê me.
Ciwanên agir û rojê wê azadî yê bîne.
Kî dibêje Kurd mirin e ew nezan û paşverû ne.
Em ciwanên çîyayî ne em hezar sale gundî ne.
Hurî, Kardox, Mîtanî ne em in Kurdê Medyayî ne.
Me bi ciwantî dest pê kirîye wê bi ciwantî biqedîne.
Em jinên şoreşger in felsefa me ji rojê ye.
e Wek Nagîhan û Denîz wek jîna Amînî ye.
Nav û dengê jina Kurd cîhanê belav bû ye.
Wa ref bi ref dimeşin “Jin Jiyan Azadî” ye.
Kî dibêje Kurd mirine ew nezan û paşverû ne.
Em ciwanên çîyayî ne em hezar sale gundî ne.
Hurî, Kardox, Mîtanî ne em in Kurdê Medyayî ne.
Me bi ciwantî dest pê kirîye wê bi ciwantî biqedîne