QAMIŞLO- Koma Çand û huner a Qudurbek a ciwanan li bajarê Qamişloyê ji bo peşxistina hûnera şoreşê xebatên xwe berfereh dike.
Bi deng û awazê xwe şoreşa candî li Rojava mîsoger dikin.
Yek ji endamên koma Saz û Awaz Nûpilda Îbrahîm Hisen li ser xebatên komê axivî û behsa xebatên komê kir.
“Navê min Nupelda İbrahîm Sinem e. Ez endamê Tevgera Çan û Hûnera Qudurbeg a girêdayê Qamışlo me. Cihê xwe Koma Saz û Awazê de digrim. Ev zêdeyê salakî ez tevlî kar û xebat bû me. Ji xwe destpêki ve çanda me Koma Kurdî Rojava de destpêdike. Ji temenê zaroktiyê destpêdike. Temenê 6, 7 heta 13 salî. Lê piştî ku em mezin bûn êdî em tevlî koma Saz û Awaz bûn. Kulîlkên Rojava jî berdewam e ji bo koma zarokan e. Ya temenê ciwan jî cihê xwe di koma Awaz û Çiya de digrin. Koma me ya Şehîd Bawer jî heye ew jî ji rêveberiyê destpêdike. Yê ku temenên wan mezin tevlî koma Şehîd Bawer dibin. Ji xwe stranên me jî gelek hene. Nezî 40 stranên me hene.