QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo îro civîna xwe ya salane lidarxist. Nêzî 60 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora kar u xebata salekê hat xwendin. Rewşa rêxistinî, pirsgirêkên heyî û çareseriyên wan hatin nîqaş kirin. Di encamê wê de plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin.
Endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo hatin hilbijartin û wan li hemberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû pêkhate soza dan ku wê bi tekoşîn û durustbûn kar û xebatê xwe bikin. Civîn bi berz kirina sloganan bi dawî bû.