HESEKÊ-Îdrîs Osman ku 23 salî ye û li Hesekê dijî, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger e û bi awayekî aktîf di nava xebatan de cih digire. Îdrîs ji zarokatiya xwe ve bi çand û hunerê re eleqedar bûye û ev eleqeya xwe veguherandiye hûnerê. Endama ciwan xwedî dengek xweş e û dikare tambur jî lêxe. Îdrîs ku herî zêde ji stran û stranên şoreşgerî hez dike, bi boneya 9. salvegera rizgarkirina Kobanê çend stran ji şopînerên Ajansa me re gotin.
Osman, beriya ku destpê strana xwe kir salvegera rizgarkirina Kobanê a 9. min bi giştî şehîd û malbatên şêhîdan re û hevalan re pîroz kir û wiha berdewam kir: “Ez vê stranê diyarî hemû şehîdan dikim. Ez bi hevî me ku bi dilê we be. Ev stran ya birayê min şehîd Osman e. Bi vê re ez dixwazim herkes bizanibe ku wateya stranê çiye. Ez bi hêvî me bi dilê we be.”
Bi berdewamiya axaftina xwe de Osman diyar kir ku ewê tola hemu şehîdên xwe hilinin u wiha dawî li axaftina xwe anî, “Silav û rêzên xwe jî ji hevalên çiyê re Zap, Avaşîn re dişînim. Serkeftinê ji hevalan dixwazim. Heta nokteyeke xwîna me jî di laşê me de hebe emê vê tiştî berdewam bikin.”