WUPPERTAL- Li bajarê Wûppertal ê Almanyayê ji aliyê endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ve Şolena ciwanan hate lidarxistin. Festîvala ku gelek ciwan amade bûn, bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi sînevîzyona li ser rol û mîsyona ciwanan di şerê gel ê Şoreşgerî de berdewam kir. Piştre li ser rewşa tecrîda li ser Rêber APO nîqaş hatin kirin.
Piştre derbarê Sala 25. a Komploya Navneteweyî agahî û broşur hatin belavkirin, banga tevlîbûna meşa “Rêwîtiya Azadiyê” ya ku wê di 10’ê Sibatê ji Mannheimê dest pê bike û di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bi dawî bibe û meşa mezin a 17’ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin, hatin belavkirin.
Şolen bi coşek mezin, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.