SWÎSRE- Li paytexta kantona Tîcîno ya Swîsreyê Bellînzona li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bingehê qirkirinê li Rojava binesaziya sivîl û qadên jiyana civakî dike hedef, çalakiyek hate lidarxistin.
Koma ku di pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê de li ber postexaneya navendî ya Bellizona hatin cem hev, ji bo azadiya Rêber APO dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava, şermezar kirin û helwesta Ewropa bi taybetî ya cîhanê bi giştî û hemû welatan şermezar kirin.
Gelê Kurd û dostên wan ên ku beşdarî kampanya “100 hezar Qert” a ji bo şandina ji bo Rêber APO ê di zindana Îmraliyê de hatibû destpêkirin, ji raya giştî re kartên amade kiribûn îmze kirin û bi soza berfirehkirina têkoşînê dawî li çalakiyê anîn. .