Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
🔸 26’ê Çileyê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
2. Li herêma Zapê;
🔸 27’ê Çileyê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Berxwedan bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
🔸 24, 25, 26 û 27’ê Çileyê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Bêşîlî 3 caran, li herêma Xakurkê qadên Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Sinînê 7 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 4 caran, li herêma Garê qadên Yekmalê, Deşta Kafya 3 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28’ê Çileyê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê