TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Tebqayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji bo şikandina tecrîdê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi tevlîbûna gel meşekî girseyî li dar xist. Saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan û tevgerên jinan beşdarî çalakî bûn.
Meş ji taxa yekemîn dest pê kir û pankart, al û wêneyên Rêber Apo hatin hildan Meş bi berz kirina dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Apo heta taxa duyemîn berdewam kir. Li wir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan “Saja El-Elî” daxuyaniyek xwend û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku ewê têkoşînê bilind bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidestxistin.