REQA – Di bin rêxistinkirinê Federasyona Werzîşê ya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera tîmên Kobanî û Reqayê de maça dostaniya fûtbolê ya jinan hat lidarxistin.
Maç bi tiliya hakem Mihemed El-Bergûth dest pê kir. Her du tîman gog li hev dan, lê tîma Kobanî di maçê de bi 4-0 bi ser ket.