MÊRSÎN- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat li Taxa Huzurkent a rêya D-400 a navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dijî febrîqeya citrûsê ya şîrketeke taybet çalakiyeke şewitandinê pêk anîn.
Têkildarî çalakiyê ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê ve ev agahî hatin dayîn:
Weke Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat me li Taxa Huzurkent a Rêbeja D-400 a navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li dijî kargeha citrûsê ya şîrketeke taybet çalakiyeke profesyonel li dar xist.
Em weke yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat di şexsê Rêberê me yê Netewî Rêber Apo de vê çalakiyê bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Rojê Tarî Bikin” diyarî hemû berxwedêrên zindanan dikin. Heta ku Rêbertiya me girtiyên şoreşger ên di girtîgehê de azad nebin wê ev çalakî bidomin. Em ê bi soza tolhildanê ji her komkujî û êrîşa li ser gelê me yê bindest ên Kurdistanê hesap bipirsin.