BERN – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) û Young Struggle êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst li dijî sivîl û binesaziyên Rojava şermezar kirin.
Ciwanan diyar kirin ku em ê ti carî gelê Rojava bi tenê nehêlin û gotin: “Rêber APO di pergala îşkenceya Îmraliyê de di bin tecrîda girankirî de ye. “Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin û dengê xwe bigihînin welatên Ewropayê yên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava dilîze kerr û lal dikin, em ê di nava têkoşînê de bin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, PKK û MLKP’ê hatin vekirin û bi meşaleyan timî dirûşm hatin qîrîn.