NAVENDA NÛÇEYAN- Rejîma Îranê 4 girtiyên din yê Kurd bi îdiaya hevkariya bi Îsraîl û sîxuriyê darvekir.
4 girtiyên din ên Kurd li ser îdiayên “Hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” biryarên derbarê wan de hatine dayîn hatin darvekirin.
Welatiyên Kurd yên bi navê Mohsen Mazlûm, Mohammed Faramarzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî yên 19 meh in girtî bûn, îro danê siharê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Li gorî agahiyan girtiyên Kurd duh bi malbatên xwe re karîn cara ewil û dawiyê hevdîtinê bikin. Pişt re ew ji Girtîgeha Evînê birin Girtîgeha Qzalhîsar a li Krajê. Hate zanîn ku 4 girtî li vir hatin darvekirin.