ARNHEM – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) li bajarê Arnhem ê Hollandayê hatin cem hev û pêşbirka zanînê li dar xistin.
Beriya destpêkirina pêşbirkê di şexsê şehîd Çekdar Canfeda de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Endamê TCŞ’ê Şiyar Amed li ser berpirsyariya ciwanan wiha axivî;
Em ê her cihî bikin kela berxwedanê
“Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Tecrîda mutleq a giran a li ser Rêber APO tê meşandin ketiye meha 36’an. Şiyar Amed got, “Dixwazin me ciwanan bi jiyana bê Rêbertî bihêlin” û got, “Divê dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk baş bizane ku em ê ciwan her derê bikin qada şer. Têkoşîn û kelehên berxwedanê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.”
Şiyar Amed, anî ziman ku divê ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku desthilatdariya faşîst a AKP-Mhp dixwaze li ser ciwanan bimeşîne, têkoşîna xwe mezin bikin.
Piştî axaftina Şiyar Amed pêşbirka zanînê dest pê kir. Pirsên wê li ser “Partî û Dîroka Kurdistanê” bûn
Koma Giran di pêşbirkê de bi ser ket. Ji Koma serketî re diyarî hat dayîn.
Ciwanan bernameya xwe bi muzîk û govendên govendê bi dawî kirin.