BERLÎN – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê li paytexta Elmanya Berlînê hatin gel hev û ji bo bîranîna Mîr Perwer ê Komkujiya Parîsê di 23ê Kanûna Pêşîn a 2022an de şehîd bibû çalakiya Çand û Hunerê li dar xistin.
Îdeolojiya ku ronahiyê dide gelên cîhanê
Endamê TCŞ’ê Ahmet Guneş têkildarî naveroka bernameyê û pêvajoya ku em tê de ne axivî û got, “Tevgera siyasî ya ku Rêber APO bi felsefeya ‘Kurdistan mêtingere’ ve daye destpêkirin, bûye bîrdoziyeke ku Rojhilata Navîn û gelan ronî dike. ” Guneş bal kişand ser Polîtîkayên Şerê Taybet ên li hemberî Çand û Hunerê û got, “Em bang li hemû ciwanan dikin ku li her qadê çand, huner û zimanê xwe yê dayikê hembêz bikin û bi rêxistin bikin.”
Piştî axaftina Ahmet Guneş, Koma Şehîd Delîl Çiyager û Koma Şehîd Feraşîn a folklorê govenda xwe pêşkêş kirin.
Li dû vê koma muzîkê ya Koma Şehîd Kawa Çekdar bi dengbêjî, helbest û stranan coşa festîvalê berdewam kir. Ciwanan jî bi govend û dirûşmeyan bi wan re bûn.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Ciwan Fedaiyê Rêber APO ne”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Piştî bernameyê ciwanan banga tevlîbûna meşa ku wê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” di 3 û 4’ê Sibatê de li Berlînê bê lidarxistin, kirin.
Her wiha ciwan bang li ciwanên welatparêz û gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn dikin ji bo “Rêwîtiya Azadiyê” ya ku wê di navbera 9-16’ê Sibatê de li Mannheîm pêk were û meşên 17’ê Sibatê yên li Kolnê tên plankirin. Rêber APO dît.