HESEKÊ- Di van kêliyan de civina salanê ya Yekîtiya Jinên ciwan ên herema cizirê tê li dar xistin. Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji hemû bajar û bajarokên herema cizirê beşdarî civinê dibin.
Civin di deqeyek rêzgirtin despêkir. Piştî vê li ser navê Yekîtiya Jinên ciwan hemû heval hatin bi xêr hatin û civin bi xwedina perspektîfa serokatî despê kir. Perspektîfa jinên ciwan di derbarê jin çawa dibe xwedî hêz û xwebûnê ye bû.
Di perspektîfa Serokatî ”Azadiya jinê, Panzehîra azadkirina hemû civakê ye! ” de Serokatî dibeje: ”Di derbarê jinan de projeyek min a jiyanê ya neqediyayî hebû. Naveroka wê dikare were dagirtin. Ji ber ku cewhera wê hatiye dayîn. Divê têkoşîna azadiyê bidome û heta dawiyê biçe. Li gorî min meşa jina azad hê jî ya herî rewa ye û dikare heta dawiyê bimeşe. Divê bandora wê ya li ser jiyan û aştiyê were berçavgirtin û yeke nû bê afirandin. Jina azad ji bo min îdeal bû. Divê ew doz bi encam bibe. Jinên azad çawa bixwazin dikarin biryara xwe bi xwe bidin. Li ser vê lêhûrbûn kirin pir kelecan dide mirov. Tirsa min ew e ku ew şaş fam bikin.
Lewra ev hestên kûr ên hatîn bi dest xistin û hêza wan a raman, a ku xwe di cîhanê de jî dide nişandan, jinê ji bireserbûnê derdixin û dixin subje, zanistiya li ser nasnameya xwe û xistina xwedî îrade û hêz, di rastiya me ya şênber de xwedî giringiyekî mezin e. Bûyîna partî gavek a biîddîaye. Bi vê re bêgûman li şûna cihana civaka zilamsalarî ya bi hezaran salan, bi îradeya jin a azad, xweser û zanabûna wê ve, parvekirina civakekî rast, li ser vî bingehî ji nû ve avakirina çêkera jêr û jor wê cihê xwe diyar bikin û xwedî lêderkevin. Wê li ser vî bingehî bi bername, rêxistin û rêbazê xwe yê jiyanê ve bi rêgez bimeşin. Ji dil baweriya min bi vê heye. Ji kesên ku jiyana xwe fedaî vê kirine gelekê rêz digrim. Xweseriya projeya me heye. Pêwîstiya fikir û mejiyê azad, raman û jiyana mezin heye.
Azadî xwarin û vexwarina ruh û mejiye. Mirov bixwarin û vexwarina azadiyê ve dibe mirov. Lê êş û janên wê jî pir in. Di dîrokê de bi rêbazên cuda cuda pêş dikeve. Di vê sedsalê de jî wisa bû.”
Piştî xwedina perspektîfa Serokatî Evîndar Çiya ji Akademiya Serokatî axavî. Heval Evîndar behsa erka jinên ciwan di şoreşê rojava de kir. Serokatî erka pêşeng dayê ciwana û taybet jî jinên ciwan. Bal kişand li ser rola jin a pêşeng taybet di vê pêvajoyê de. Çawa jin xwedî li nasnameya azadîyê derkeve.
Civin berdewam dike. Niqaş li ser rêxistinkirina jinên ciwan werin kirin û plansasiyên sala 2024 werin zelal kirin. Meclisa Yekîtiya Jinên ciwan a herema cizirê wê were li dar xistin.