KOBANÊ- Îro li bajarê Kobanê Yekitiya Jinen Ciwan civîna xwe ya salane lidarxstin. Di civînê de hate diyarkirin ku ‘Bi rihê Vejin û Waed emê misoger azadiya Reber APO teqez bikin.’ di vê wateyê de sê endamên jinên ciwan civin birêvebirin.
Di despekê da ji bo tevahî Şehidên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtin hate girtin. Di heman demê de li ser navê tevgera jin Arîn axivî û girîngiya jinên ciwan di nava beşê civakê de da destnîşankirin. Bi vê re rol û mîsyona jînê ya ku hamleya ji bo ‘Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ divê çawa be hate nirxandin. Her wiha perspektîfên Rêber APO hatin xwendin û raporê salane ya kar û xebat hate xwendin. Bi vê re nirxandina rewşa rêxistinî û sekna ku di vê pêvajoyê de ku di xeta Rêber APO de tevlîbûyîna heyî hate nirxandin. Her wiha plansazî û pêşniyar hatin kirin.