NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Amedê ragihandin ku ji bo balê bikşînin ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo, jeneratora kargeha hevkar a li ser rêya Amed/Rihayê şewitandine û nekariye bikar bînin.
Daxuyanî wiha ye;
Çalakiya Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê!
29’ê Çileyê di derdora seat 02.45’an de li ser rêya Amed/Rihayê jeneratoreke kargeha hevkaran şewitî û nekarîbû bi kar bîne. Ev çalakî ji bo balê bikşînin ser polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî û tevlîbûna pêngava ku Tevgera Azadiyê di demên dawî de daye destpêkirin, hatiye lidarxistin. Li ser vê bingehê em bang li her ciwanekî dikin ku xwedî li berxwedana ku gerîla pêþketiye cih bigire.