ŞEHBA – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehbayê li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê konferansa xwe ya sêyemîn ya kar û xebata sê salan di bin dirûşmeya “Bi Vejîna Ciwanan Xwe Rêxistin Bike, Rêber Apo Azad bike” li dar xist.
Konferansê bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir, piştî deqeyek rêzgirtin perspektîfên Rêber Apo yên ji bo ciwanan û jinên ciwan ji aliyê heval Şêxo ve hatin xwendin. Her wiha, di beşa duyem a konferansê de jî rewşa siyasî hate nirxandin. Piştî wê rapora kar û xebat a du salan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li herêmê hatiye kirin hate xwendin û çawaniya xwedîderketina li misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û asta bilindkirina têkoşîna ji bo vê yekê hate nirxandin. Li rex wê jî rewşa heyî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye û pêvajoya êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmê û gerîlayên azadiyê hate vekirin û nirxandin.
Di beşa konferansê ya duyem de jî pêşniyar û pilansaziyên ji bo pêvajoya nû ya tevgerê hatin kirin û nirxandin di derbarê wê de çêbûn. Piştre ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Feysal Germiyan ve axaftina dawî ya konferansê hate kirin. Her wiha di encamnameya konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger 5 xalên sereke hatin qebûl kirin:
– Azadiya Rêber Apo weke azadiya tevahî mirovahiyê ye.
– Tevgera Ciwanên şoreşger di nava her şert û mercê de ji bo azadiyê Rêber Apo têkoşînê bikin û di berxwedanê de bi israr bin.
– Her du mehan carekê çalakî werin birêxistinkirin û perwerdeya îdeolojî bên dayîn.
– Tevgera Ciwanên Şoreşger dê pêşî li belavbûna madeya hişbirî bigirin.
– Ji bo naskirina ola êzidî dê perwerde bê meşandin.
Piştî wê 23 endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehba hatin hilbijartin û li hemberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû pêkhate, soza tekoşîn û durustbûn di kar û xebatê xwe dan.
Di dawîyê konferansê de ciwanekî Efrînî soza tevlîbûna di nav refên PKK da û navê Helmet Çiya rakir. Konferans bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.