ÇEMÇEMAL – Ji ber mûçeyê wan nedan, karmendên Zanîngeha Çermu ya li navçeya Çemçemalê boykot ragihandin.
Nerazîbûnên li Herêma Kurdistanê dijî nedana mûçe roj bi roj berfireh dibin. Hikumeta Herêma Kurdistanê ku dema wê boriye, li ber daxwazên karmend, mamosta û xelkê bêdenge.
Komek karmendên Zanîngeha Çermu ya li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, ji ber mûçeyê wan nehate dayîn boykot ragihandin.
Karmend dibêjin, ewê ji îro ve kar boykot bikin, ji ber ku Hikumeta Herêmê li karmendan guhdar nake û rewşê nabînE. Karmend dixwazin her meh di dema xwe de mûçeyê wan were dayîn.