WAN- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat ragihandin ku li Taxa Xaçort a Wanê li dijî mala hevkarê bi navê Şerîf, ji bo hişyariyê çalakiyek şewitandinê pêk anîn.
Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniya xwe de hişyarî da kesên ku korucitiya dijmin dikin û diyar kirin ku divê ji rêya qirêj vegerin.
Daxuyanî wiha ye;
“Şev saet di 09:30 de li taxa Xaçort/Wanê yekîneyên me yên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat kesê bi navê Şerîf ê ku cerdevan û hevkarê dewletê bû hişyar kirin û mala wî şewitandin.
Em bang li kesên di xeta Xiyanetê de israr dikin: Em careke din cerdevan û kontrayên gundên ku operasyonên dijmin bi rê ve dibin hişyar dikin, li ser navê hêzên leşkerî li cihên ku naxwazin têkevin nuqteyên kontrolê ava bikin û zextê li gelê me yê welatparêz bikin.
Careke din em van cerdevanên dijminatiya gelê me û tevgera me dikin hişyar dikin û li pêşberî gelê xwe û raya giştî careke din diyar dikin ku divê ji vê rêya qirêj dûr bikevin.