DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrazor a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî bi rêxistin kir. Meş di çarçoveya hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hat li dar xistin.
Meş ji kantona Bakûr ber bi çarxereya şehîdan çû. Çalakvan pankart û al ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo hildan û dirûşmeyan berz kir.
Di dawîyê meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanîyekî hat xwendin. Di daxuyanî de tecrîda 25 salan a li ser Rêber Apo li girtîgeha Îmralî hat şermezar kirin û hat destnîşan kirin ku ciwanên Dêrazorê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.