PARÎS – Meclîsa JXK’ê (Jineoliji) wê 7’ê Sibatê saet di navbera 18.00 û 20.00’an de li Zanîngeha Parîs Sorbonne’ê li ser Şoreşa Jin û Zihniyetê çalakiyek li dar bixe.
Naveroka bernameyê wiha ye:
Dê sînevîzyonek li ser jin û şoreşa zîhniyetê were pêşandan. Piştre jî wê li ser destkeftiyên ku bi şoreşa jinê hatine bidestxistin, nîqaş werin kirin.
Wê bê nîqaşkirin ku şoreşa Rojava çawa di aliyê zîhniyetê de guhertin çêkir.
Divê xweparastin çawa be û em çawa dikarin baştir xwe bi rêxistin bikin?
Ciwanên endamên JXK’ê banga tevlîbûnê li jinên xwendekar ên li Parîsê û jinên li Fransayê dijîn kirin.