REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqa derbarê şîdeta eletronîk û li ser înternet (şîdeta sîber) û metirsiyên bandorê wê li ser ciwanan komxebatekî li dar xist. Komxebat bi deqayekî rêzgirtin dest pê kir. Bi dehan jinên ciwan tevlî komxebatê bûn.
Komxebat bi deqayekî rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî wê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa Letîfe El-Hesen axivî û bi xêr hatina hemû beşdarên komxebatê xwest. Di axaftina xwe de qala metirsiyên bandora înternet li ser ciwanan û taybet li ser jinên ciwan. Piştî wê endama Jinên Ciwan Arîn şîdeta sîber, têgînê wê û bandorên wê yên neynî rave kir. Piştre mafê axaftinê ji beşdarên komxebatê re hat dayîn û çawaniya tekoşîna li dijî bandorên neynî yên teknolojî hat nîqaş kirin.
Komxebat bi van encamên jêrîn bi dawî bû:
– Divê rûpelên Facebookê neyên bikaranîn.
– Divê şîfreyên li ser hesapan eletronîk xurt bin û li ser malperên sanal medya bawerî ji tu kesî re neyê dayîn.