STENBOL- Şehîd Alî Firat ragihand ku di 30.01.2024’an de li dijî kargeheke hilberîna pêlavan a li taxa Sultangazî ya Stenbolê ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê ve li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker a faşîst li dijî gerîla çalakiyek li dar xistine.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elî Firat der barê çalakiya ku li dar xistin de ev agahî dan;
30.01.2024ê danê sibê li kargeheke hilberîna pêlavan a li Taxa Sultangazi Cebeciyê ya Stenbolê, ji aliyê Yekîneyên Tolhildana Şehîd Alî Firat ve çalakiyeke bibiryar hat lidarxistin.
Me ev çalakî weke bersivek li dijî êrîşên hovane û xayîn ên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên Kurdistanê, bi rêbazên nemirovane û çekên kîmyewî yên qedexe pêk anî. Eger bi vî rengî şerê li Kurdistanê bidomînin, em ê bi çalakiyên cuda mafê xwe yê parastina rewa bi cih bînin.