“(…) pêwîste modela sosyalîst zêde bê pêşxistin. Ev model,
modela pêşxistina mirove. Li gorî min bi vê modelê re, mirov
dikare her tiştî venêrîne. Hûn dikarin zêdebûna şêniyan
venêrînin. Misoger dikarin civakê bi vê bidin yeqînkirin.
Kapîtalîzm civakê nade yeqînkirin, civakê ji rê derdixe, bikar
tine û xerc dike. Lê sosyalîzm ne wisa ye. Dide bawerkirin û her
tiştî bi dilxwazî dide kirin. Xeterî mezine. (…) Civakek ecêb
beredayî û xerc dike hatiye avakirin. Her kes dixwaze hîn zêdetir
bixwe û hîn zêdetir xerc bike. Hema cinawirên xerckirinê ne!
Dema pêşerojê her kes veguherî cinawirek xerckirinê, êdî
cîhanek ku bê xerckirin jî namîne û dê vêca hevdu bixwin.
Belê, bi modela sosyalîzma zanistî re ne xweza wêran dibe, ne jî
bêrehmiya civakê pêk tê. Dikare plansaziya şêniyan bê çêkirin.
Dikare aborî bi hevsengî bê pîlankirin. Vaye di roja me de
sosyalîzm li hember harbûna xerckirinê û wêrankirina xwezayê,
li hember dîlkirina civakê ya ji aliyê tora çapemeniyê û gelek
nexweşiyan ve, navê têkoşînê ye.
Misoger feraseta sosyalîzma sedsala 19. têrê nake. Ew her tim
hişke û dibêje; “Li hember çînayetî çîn, li hember mêtîngeriyê
rizgariya netewî.” Ev jî hinekê hewce ne, lê di rastiyê de rûyê ku
derdikeve pêş pêşxistina demokrasiya sosyalîzmê ye. Li dijî
wêrankariya hawirdor û harbûna xerckirinê, ya esasî pêşxistina
têkoşînê ye. Ev dikare bibe bernameya nû ya sosyalîzmê.
Bernameyek wisa hem wê bibe raveya sosyalîzmê ya herî zelal,
hem jî rizgariya mirovahî bi xwe ye. Di vê watê de sosyalîzm
pêşeroja mirovahî ya yekane ye. Berê civakbûn dihat gotin. Em
jî niha ji vê re dibêjin sosyalîzm. Jixwe dema civakbûn raweste
heywantî destpê dike. Di mercên kapîtalîzmê de jî cinawirên herî
xeternak mezin dibin. Lewra têkoşîna sosyalîst di vê qonaxa
serdema kapîtalîst-emperyalîst de rêya sereke ya rizgariyê ye.
Mercê ku nebê nabê ye! Ger heywanbûnek evqasî bi giştî bûyî
neyê rawestandin, dê mirovahî biqede. Di vê watê de ez dibêjim:
DI SOSYALÎZMÊ DE ÎSRAR, DI MIROVBÛNÊ DE
ÎSRAR E!
Bêguman hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, pirsgirêkên kapîtalîzmê
kêm nekirine yan jî weke hatiye îdîakirin nayê wateya serkeftina
wê. Berovajî hîn zêdetir bi pirsgirêkên ku ew giran kiriye û
nikare ji bin derbikevê re rûbirû hiştiye. Dikare bê gotin, di roja
me de bi ti demê re neyê muqayesekirin, kapîtalîzma heyî
elametên rizandinê raber dike. Şîrovekerê herî niyaz baş, dikarin
bêjin ku dîrok radiweste. Dibe ku hinek ji vê re bêjin;
“Serkeftina bê dawî ya kapîtalîzmê.” Lê belê hemû amaje
destnîşan dikin ku, pêwîste weke bêdawiyek nêzî karesatekê bê
pêjirandin. Ya rasteqîn jî wisa ye. Mirovahî xist nava çerxek
xerckirinek wisa ku ti carî mînakên vê nehatine dîtin. Bi
bazdanek wisa re dihêle, êdî nikare henase bigire û nediyare ku
wê li kur bikeve. Vaye bingeha bûhran û reşbîniyê eve.
Bi gelemperî hemû çînên mêtînger û çewsîner, bi taybet jî çîna
wê ya herî çavsor û bêrehm, weke pergala ku xwe dispêriyê
kapîtalîzm-burjuva, ya rastî xiftanê xwe jî biguhere, di roja me
de hatiye rewşek ku qet hewce nake, lê ewqas jî bûye bela serê
civakê.
Ji bo Şoreşa Cotmehê, dikare bê gotin ku şoreşek zû welidiye.
Lewma di nava xwe de nexweşiyên giran jiyaye û rê ji şêweyek
sosyalîzma ku nekariye xwe ji hilweşînê rizgar bike re vekiriye.
Em dikarin vê ji bo şoreşên ku di demên dîrokê yên herî kevin
de pêk hatine jî bêjin. Di her serûbinbûna girîng de yan jî di
şoreşê de kêm-zêde çîna ku meyla desthilatiya şoreşgerî ya herî
çepgir û radîkal diyar dike, di nava mercên herî jêr û zehmet de
dibe çîna ku herî zêde kar dike. Kole, serf û peyre karker bi
mercên hinekê tên guhertin ve, çînên kedkar ên rengê xwe
guhertine. Em dizanin ku çînên serdest jî bi guhertina rengê xwe
ve hatine heta roja îro. Tişta ku kaptalîzm-emperyalîzmê jî bi
serve kirî, bêteşekirin, ji vê hêlê ve anîna rewşek ku nekare
têbikoşe û ji bo vê jî şerek derûnî, bîrdozî û çandî ya pir
sazûmankirî dimeşîne. Pêşketina teknîk a di qada çapemenî û
weşanê de jî pir baş bikar tîne û berfireh dike. Civakê di bin
bombebaranek wisa de digire ku nekare henase bigire û wisa
birêve dibe. (…)
Ger em di roja me de nikarin behsa çînên ku sînorên wê zelal û
baş hatine destnîşankirin bikin, yek ji sedema wê ya herî girîng jî
ev e. Ya rastî diyardeya kedê, çîna ku çavkaniya xwe ji wê
digire, her çendî naverok û şêweya xwe biguhere jî, misoger
wisa ye. Lê bi gelemperî pêwîste pênaseyek baş ji bo çîna
mêtînger a serdest ku her tim rengê xwe diguhere û di wateyekê
de jî xwe bi giştî dike bê kirin. Pênaseya çîna kevnar a weke
xwediyên koleyan, xwediyên axan, xwediyên kargehan têrê
nake. Pênaseyên weke burjuvaziya navîn, burjuvaziya biçûk û
hwd. jî têrê nake. Ger em dixwazin sosyalîzmê baş fêm bikin,
pêwîste pênaseyên dahûrînên çînan û rastiya rojane berçav bê
girtin û wisa bên kirin. (…) Rêbazên zextê yên çors şûna xwe ji
bîrdozî û derûnî re hiştiye û jixwe ya tevlîheviyê jî kûr dike ev e.
Ya împaratoriya tora civakî tê gotin yekdestên çapemenî û
weşanê ji hukumdarên herî bi qudret zêdetir bi şêweyek xeternak
civakê birêve dibin. Cihê teknîkê ya di nava hilberînê de hinek
din pêş ketiye. Li şûna keda berê ya dest û mil –her çendî dîsa
girêdayî vê bingehê be-, hilberîn kirine destê rêveberên teknîka
nû û wisa jî keda dest û mil bêbandor kirine. Ango aliyên keda
xwe dispêre dest û milê mirovê kedkar zêde hatiye lewazkirin.
Hema bêje bi şoreşa zanist û teknîkê ya yekdestên heyî pêş
xistin re, ji mirov re dibêje; “Tu zêde ne hewce yî.” Betaliya
zêde, hinekê jî girêdayî vê xisleta kapîtalîzmê derketiye holê.
Kêmek maye burjuvazî civakê weke ne hewce ye îlan bike. Ya
rastî ya nehewce kapîtalîzma heyî bi xwe ye. Lê mixabin ji ber
desteserkirina wê serdestî, rêveberî û amûrên bandorkirinê yên
mezin ji civakê re dibêje; “Tu ne hewce yî” û dide pejirandin.
(…) Hem di wateya ruhî hem jî fîzîkî de henaseya mirovahiyê tê
birîn. Fikarên bingehîn ên jiyana mirov tên tinekirin, estetîk tê
tinekirin, rista ol û felsefeyê tê tinekirin. Rewşek ku mirovatiya
kor bûyî, ecûc, koma mirovên weke moriyan, dibe xeternakiyek
rasteqîn. Pergala ku vê jî saz dike, kapîtalîzma cîhanî ye.
Pêdivî bi bîrdoziyek nû û ramanek bingehîn heye. Sosyalîzma
ku li hember vê pir bi îdîa ye nebesiyek jiyan kiriye. (…) Ya rastî
qada ku nîqaş li ser lêhûr bibin eve. Kapîtalîzma heyî parastin, ji
bo mirovahiyê pejirandina mehşerê ye, pêşeroja wê tinekirin, di
rewşek ku bi qasî mirovahiya hovane de jî ne kamil, dixe nava
mehkumiyetek xirab. Harbûna xerckirina civakî ya heyî, dibe
sedema ku em hêsan pênaseyek wisa bikin. Ger dê mirovahî bijî,
ev rewşa heyî nayê pejirandin. (…)
Di hemû şoreşên bingehîn de her tevgera ku serkêşe û alîgirê
kedê ye, hinekê jî xwedî naveroka sosyalîstiyê ye yan jî xwe ji
sosyalîzmê re amade kiriye. (…) Ev derdikeve holê: Bi qasî
dîroka mirovahiyê, têkoşîna sosyalîzm û komînîzmê jî rastiyeke.
Lê belê nêzîkbûnên gelek fişal, şaşiyên nirxandinên weke mînak
di demek kin de bizava xwe kir bizavek serdest, di asta cîhanî de
bû bizavek serkeftî hatin kirin. Hinekê jî bi şêweyên nirxandinên
nebiyê dawî, ol’a dawî û gotina dawî derketin holê. Li gorî ku
pêşketina civakî jî didome, gotina her qonaxa girîng a rastî li
gorî pêşketinên nû tên derbaskirin. Bihêlin weke gotina dawî be,
weke gotina kevnar dimîne. Lê ev jî nayê wê watê ku, ti wate û
girîngiya gotinên ku hatine kirin nînin. Jixwe Îslamiyetê, li gorî
dema xwe şûna lîberalîzma burjuva û sosyalîzmê rê ji pêşketinên
girîng re vekiriye. Mîrateyên girîng ji dîrokê re hiştine. Di vê
watê de misoger vale neçûye. Pêşketina civakî û azadî hinekê jî
xêra van têkoşînan çêbûye. Nexasim têkoşîna sosyalîzmê, di vê
mijarê de navê pêşketina herî bingehîne. Hemû pêşketinên xwe
dispêrin kedê, hilberînê û afirîneriyê, herî zêde jî di bin ronahiya
vê bîrdoziyê de ber bi mirovahiyê ve pêşve çûne.
Em dikarin bêjin ku di roja me de velvele û bûhranek berfireh tê
jiyîn. Kapîtalîzm îdîa dike ku pergalek di asta gerdûnî de ye û
gelemperî ye. Berê jî ev îdîaya wî hebû. Di encama kêmasiyên
sosyalîzma pêkhatî bi xwe de û hilweşîna bi destê wê, firsed
dide ku di vê îdîaya xwe de hîn xurtir be. Lê belê weke hatî
diyarkirin, berovajî vê îdîayê jî gengaze. Bûhrana ku her diçe
giran dibe, zêdetir pêdiviya sosyalîzmê derdixe holê. Bê
sosyalîzm bûyîn, tê wateya bê hewa mayînê. (…) Çareserî
dîsa di rastiya civakî de ye, aliyê wê yê sosyalîst de ye. Lê
sosyalîzmek çawa? Çi ji hêla teorîk ve, çi jî bi şêweya pêkhatî,
pêwîste sosyalîzm bê xurtkirin. Bi qasî pêdivî heye kêmasiyên di
dîroka xwe de berçav bigire û derbas bike, ewqas jî divê bûhrana
tevlîhev û berfireh a di roja me de tê jiyîn rasteqîn binirxîne û
hêza xwe ya çareseriyê ferz bike. (…)”
Rêber APO (1993)