Di nav rêyên çiyayî de di hembêza çiyayên bilind ên welatê xwe Kurdistanê de digeriye. Şervana Kurd û keça Başûrê Kurdistanê fêm kir ku berdêla azadiyê biha ye û ji mirov gelek têkoşîn, berxwedan û fedakariyê dixwaze. Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) di nav hevalên xwe de bi giyanê xwe yê dilgeş ku hişt nêzî her kesî bibe, dihat naskirin. Xweşik û nerm bû. Her tim û di şert û mercên herî dijwar de, kenê wê yê aram û bêguneh li ser rûyê wê bû. Di heman demê de cidî bû û gotinên di cih de hildibijartin ku gotinên hêsan di axaftina xwe ya balkêş de ku kesek qet jê aciz nedibû, derbas dikirin. Viyan xwedî giyanekî rêveberî û însiyatîfê bû. Her tim hewl dida rêgeza partiya xwe û rêberê xwe li her derê temsîl bike. Xîtaba wê bi bandor bû, her kes bi aramî li dengê wê yê dilovan guhdar dikir. Viyan Soran li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê sala 1981`an ji dayik bûye. Ji êla Caf a Kurd e. sala 1997`an tev li Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Bi tevlêbûnê re, biryar da ku di jiyana xwe de rêgezeke nû hilbijêre û li hember êşa û zulma di civakê de di encama zihniya baviksalarî de û di nav qebîle û malbatê de belav bû û li ser dihat meşandin, bisekine. Lê malbata wê biryara wê ya tevlêbûnê qebûl nekir. Bi rê û rêbazên cuda hewl dan nehêlin tev li tevgerê bibe. Lê hevala Viyan, bi rastî îsbat kir ku para her kesî ji navê xwe heye. Ji lew ra wateya navê wê bi kurdî vîn e. Bi vîn û îradeya xwe di nav partiyê de ma. Serî ji daxwazên malbatê re netewand. Got: “Ez bi tu şiklî bi gotinên we re nîn im. Ez ê hêviya xwe di azadiyê de di nava PKK`ê de bînim cih”. Ji bo wê tev lê bûna partiyê bi xwe şoreşek bû. Pê bend û qeydên civakê şikand û li hember tevahî astengiyên li pêşiya rêya wê derketin û hewldanên malbatê ji bo ku tev li jiyana azad nebe, şikandin. Ruxmî ku biçûk bû jî, lê xwedî vîn bû, armanc û hêviyên wê diyar bûn. Nedixwest mîna jiyana di civakê de bijî, islûba wê ya jiyanê, sekin û axaftina wê cuda bûn. Her tim di lêgerînê û têkoşîneke domdar de bû, bê westan û bê navber û bi duristî û dilsozî kar dikir. Di têkoşîna xwe de, rêwîtiyeke tije astengiyên encamdar û kêliyên xweşik bû. Her saniyeke jiyana wê xwedî wateyeke bilind û hebûneke rastteqîn bûn. Bû xwedî dîrokeke tije têkoşîn, dayîn û serfiraziyê bû. Em behsa wê dikin lê tê gotin û peyv têra wesifandina wê nakin. Her çiqas em bêjin, lê em nikarin mafê wê bidin, em nikarin taybetmendî û xusletên wê yên pêşeng bînin ziman. Diçû ku derê li wir bextewarî, serbilindî bi xwe re dianî û ruh dida wî cihî. Ji reqsê hez dikirin bi taybet reqsa li dora êgir. Ji ber ku tê de azadî û kêfxweşiyeke bêhempa didît. Her tim gazî jinan dikir ku bireqsin ji ber ku hest bi azadiyê dikir û herî zêde jê nêz bû, lê belê reqsa pê re ya bedew û şîrîn bû. Şevekê ji şevên zivistana sar tam di 2`yê Sibata 2006`an li herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê, Viyan Sora li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên tesfiyekirina PKK`ê agir bi bedena xwe xist. Wê xwest bi vê çalakiyê, yên di xew de şiyar bike ji ber ku haya wan ji komployên li dijî wan tune ye, dixwazin têkoşîna partiyê û Rêber Abdullah Ocalan bi destê dijminên gelê Kurd û mirovahiyê tune bikin. Viyan li ser çalakiya xwe nameyeke wijdanî ya bi bandor hişt û tê de behsa gelek dozên ku divê li ser bên sekinandin kirin. Wê demê Viyan ji kesên li hember tariya hêzên hegemonîk û siyasetên şerê taybet ê li dijî vîna jina azad û gelê Kurd ê berxwedêr, dimeşin, bû ronahî. Ji wê zêdetir li hember îlahê tarî û neheqeiyê, bûbû xwedewanda agirê rastiyê. Ji nameyên ku nivîsandine, hin hevok û gotin bala min kişandin wek; “Wê demê min hewl da li hember plan û komployên dewletên desthilatdar û baviksalarî bibim bersiv. Ji ber wê min şeva 15`ê Sibatê hilbijart ji bo ku wan ceza bikim. Ez ê volkana kînê ya di dilê min de gûr bûye, biteqînim.”, “Naxwazim bijîm ji bo ku pergala tecrîdê û îşkenceyê ya li Îmraliyê di 15`ê Sibatê de careke din bibînim.”, “Ez ê bi agirê dê bi bedena xwe bixim, careke din jiyan, germbûn bidim wijdan û aqilên cemidî.”. Lê belê nameya ku şehîd Viyan ji hevalên xwe re şandiye tê de dibêje: “Çalakiya herî mezin di nava PKK`ê de bicihanîna sozê ye.” Çalakiya fedaî yak u şehîd Viyan li dar xistiye, niha bûye şoreşeke wijdanî û rûpelek nû di islûbê têkoşîn û berxwedanê de li Kurdistanê li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd vekir. Viyan bi çalakiya xwe bang li her kesî, jin û gelê Kurd kir ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin, siyaseta tecrîdkirinê bişikînin. Hevalên wê gotin, fermandar Viyan bi çalakiya xwe xwest bibe layîqî gotina Rêber Abdullah Ocalan ku “Şoreşa Başûrê Kurdistanê, şoreşa jinan e.” ji ber wê ew çalakî li dar xit. Erê rast e, Viyan wek gelek hevalên din mîna Mihmet Halît Oral, Serdar Arî, Rojbîn Amanos, Muslim Dogan, Avrîm Demîr, Aytan Bect, Omît Acar, Zolkof Kezin û Cîhad Dêrik tev li kerwanên şehîdan bû û ji bo têkbirina komploya navneteweyî li dora Rêber Abdullah Ocalan xelekeke ji êgir çêkirin, Viyan li hember siyasetên li dijî gelê Kurd ku bê Serok, bê ideolojî û heta bê vîn bijî agir bi bedena xwe xist. Bi wê çalakiyê darbeyek li siyasetên înkarkirin û qirkirinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan xist û asta girêdana xwe ya xurt bi Rêber Abdullah Ocalan re rave kir ê ku berxwedaneke rastîn, mezin û bêhempa li Îmraliyê heta roja me ya îro dimeşîne. Rêber Abdullah Ocalan hebûna xwe kir rêgezeke azadyê û berxwedana li hember hêzên modernîteya kapîtalîst ên hegemon. Viyan jî li ser wê rêya azad bi serfirazî tê koşiya. Piştî derbasbûna derdoa 20 salan li ser çûyîna wê, tenê em dikarin fedakariya wê bi meşandina têkoşînê û berxwedanê bi bîr bînin. Ew û hevalên wê hertim di bîra me de zindî bin. Erê rast e, Viyan bi çalakiya xwe ruhê berxwedanê ji her demê gurtir kir, bi dehan keçên kurd ji Başûrê Kurdistanê ji bo têkoşînê û bilindkirina ala azadiyê li hember koletiyê tev li têkoşînê bûn û xwe bi Viyan Soran navandin, li ser şopa wê meşiyan. Viyan, semboleke zindî û mînaka lehengî û serbilindiyê ye. Di cengê jiyanê de enîhilmiştî û rû li ken tê koşiya. Gereke em her kes têkoşîna wê di nava rûpelên dîrokê de binivisînin ku dê bîranîna wê bi tîpên zêrîn zindî bike. Bi qasî xweşikbûna ruhê xwe û serfiraziya xwe, li rêyên Kurdistanê bandoreke meizn hişt. Bû mûma ku tariya şevan ronî dike û di dilê her kesî de germbûn û ewlehiyê vedijîne. Viyan, bîranîna te her sal, di kûrahiya me de ruhê berxwedanê vedijîne, rêyên me li ser şopa te ronî dike ku bi çirûska agirê bedenê xwe yê pak tê afirandiye.