TEBQA – Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê şehîd Viyan Soran, ku di 1’ê Sibatê 2006 de weke protesto li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo agir di bedena xwe de xist, bibîranîn.
Bîranîn bi tevlîbûna 15 ciwan û jinên ciwan pêk hat û bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre jî nameyên şehîd Viyan ku bi tiliyên xwe yên şoreşgerî nivîsandibû hatin xwendin. Mûm hatin pêxistin û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û bangawaziya azadiya gelan hatin berz kirin.