NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) eşkere kirin ku di 30’ê Çileyê de çalakiyekî berfireh li dijî dagirkeran pêk anîn. Daxuyanî wisa ye:
30’ê Çileyê şervanên me li hember baregehek artêşa dagirker ya li gundê Basilê ya navçeya Şêrawa, çalakiyeke fedaiyane û berfireh pêk anîn.
12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 8 leşker û 17 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 1 doçka, çeperek çekên giran û 2 kamerayên mobese hatin îmha kirin, 18 çeper jî hatin rûxandin.
Di vê çalakiyê de 5 rêhevalên me bi awayek fedaiyane çûn ser dijmin, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.