REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê ji bo şehîd Viyan Soran, ku ji bo protestokirina komploya navnetewî li dijî Rêber Apo bedena xwe şewitandibû, bîranînek li dar xist.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan destpê kir. Mêvan ji aliyê endama Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê ve Fatima Adreya ve hatin pêşwazîkirin. Ji aliyê berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Letîfe El-Hesen ve nameyekî şehîd Viyana Soran hate xwendin û tê de şehîd Viyana Soran dilsozî, hezkirin û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re anî ziman.
Ji aliyê beşdaran ve mûm hatin pêxistin. Piştre li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sînevîzyonekî hat nîşandan. Piştî wê Xeder Remezan axivî û destnîşan kir ku ev roj rojekî berxwedanê ye. Di dawiyê de dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd Namirin” berz kirin.