Liberalîzm, wekê tegeh ji pêyva “liberalis” tê, maneya wê jî
“azadi” ye. Di Şoreşa Fransa de gel bi dirûşmeya “Vive la
liberte” – “Bijî azadî” rabûn ser piya. Çîna burjuva ku mîna
çîna serdest ji vê şoreşê derket pêş vê têgînê veguherand
bingeha îdolojiya xwe: Lîberalîzm. Qaşo “azadiyê” diparêzin û
pêşdixînin. Cewhera vê îdolojiyê jixwe di vê têgînê de jî xuya
dibe: Bi temamî li ser esasî xapandin û helandina civakê hatiye
pêşxistin. Teorî û fikra lîberal di sedsala 18. de bi tesîr dibe,
wekî têgîn jî di lîteratura siyasî de sedsala 19. derdikeve pêş.
Azadiya ku bi navê lîberalîzmê tê pênasekirin û pêşxistin di
esasa xwe de serbestbûna çîna burjuva, serbestbûna
yekdestdariya pere û desthilatdariyê îfade dike. Ji bo civak û
gel ev “azadî” tê maneya koletiyê.
Pêşengên fikr û teoriya lîberalîzmê di serî de dixwazin
otorîteya dewletê li ser qada aborî, hilberandin û tîcaretê zayîf
bikin. Heya dawî mulkiyeta taybet, mulkiyeta şexsî û
ferdperestiya zêde (bi navê ferdê azad) pêşdixînin, rewa dikin,
teoriya wê avadikin û wekî tiştekî zanistî bi nav dikin.
Em her wiha carna bi peyva “Neo-Lîberalîzm” re rû bi rû
dimînin. Ev çi ye? Di esasa xwe de ferqa xwe ji Lîberalîzmê
nîne, heman fikr, heman zihniyet û hişmendî îfade dike. Neo ku
tê maneya nû, li ser esasî restorekirina Lîberalîzmê piştî Şerê
Cîhanê 2. tê pêşxistin û bi taybetî 1970 şûnve êdî di çarçoveya
serweriya kapîtala fînansê de tê qebulkirin. Yani, krîz, qeyran,
şer û şoreşên destpêk heta nîviya sedsala 20. wekî têkçûna
Lîberalîzmê dihat hesibandin û li ser vî esasî pêwistî bi ji nûve
zindîkirina wê li gorî şert û mercên nû hate dîtin. Her wiha di
serdema finansê de pêdiwî bi formatekê nû ya liberalîzm tê ditin.
Pere her ku dice sanal dibe (Banka yên navendî, kredî, piyasa,
borsa, faiz û hwd.) û di navenda jiyanê de xwe bi cih dike.
Civakekî xerçgerî (tuketici toplum) li gorî berjewendiyê hêzên
sermayedar tê înşakirin. Alozî û qeyrana pergalê kûrevî heye, bi
zeman û mekanê re sînordar namîne. Mîna vîrûsekê kujer di her
qada jiyanê de xwe bi cih dike. Li ser vî esasî pêdiwî bi
şêweyekê lîberalîzmê tê ditin, ya kû dikare bi şert û mercên
modern re bimeşe û pêşwazî wê yekê bike.